Bi sedan wesayît li Deriyê Sînor ê Başmak asê man
Piştî ku Îranê deriyên sînor li Herêma Kurdistanê girt, niha bi hezaran wesayîtên barhilgir li deriyên Başmax asê mane.
Piştî ku Îranê deriyên sînor li Herêma Kurdistanê girt, niha bi hezaran wesayîtên barhilgir li deriyên Başmax asê mane.
Hat ragihandin ku niha ji ber girtina deriyên sînor ên Îran, bi sedan wesayîtên barhilgir li deriyê sînor ê navnetewî yê Başmax asê mane.
Di 28’ê Sibatê de DYE-Îsraîlê êrişên mezin li dijî Îranê dan destpêkirin û hîn jî dewam dike. Îran jî li hemberî êrişê baregehên leşkerî, balyozxaneyên Emerîka, welatên herêmê û Îsraîlê bombebaran dike û hîn jî alozî dewam dike.